MARDÎN
Ji 46 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê de li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê hatibûn binçavkirin 17 kes piştî ku li dozgeriyê îfadeyê xwe dan serbest hatin berdan û 29 kes jî bi hinceta girtinê sewqî dadgehê kirin.
Îfadedayîna 46 kesên ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê sewqî edliyeyê kiribû temam bû.
Ji gumanbaran 17 kes piştî ku li dozgeriyê îfadeyên xwe dan serbest hatin berdan û 29 kes jî bi hinceta girtinê sewqî Dadgeha Cezayê ya Silhê kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di 12ê tîrmehê de bi hinceta "dereqanûnî pere qezenckirin, di îhaleyan de hîle çêkirin" lêpirsîn dabû destpêkirin. Di operasyona ku di 18ê sermawezê de dest pê kir de 84 kes hatin binçavkirin û 38 kes piştî ku kar û barê wan ên fermî temam bibûn serbest hatibûn berdan.