BEXDA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî piştî ku hevdîtin kirin civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.
Serokwezîr Davutoglu ji ber ezimandin û mazûvaniyê bi spas kirinê dest bi xeberdana xwe kir û wiha got: "Min bêriya Bexdayê kiriye, Bexda mala me ya duyemîn e. Par di meha miheremê de ez dîsa li Bexdayê bûm û min Necef û Kerbela ziyaret kiribû. Careke din bi minasebeta meha miheremê em Cenabê Hiseyn bi bîr tînin û Xwedê rehma xwe lê bike. Xwedê wê êş û kesera ku li Kerbelayê hat serê misilmanan careke din nîşan nede."
Davutoglu bi bîr xist ku sê aliyên serdana wî ya Iraqê hene û wiha pê de çû: "Ez beşdarî civîna G20ê bûm, çûm Qibrîsa Bakur û Azerbeycanê, lê ji bo têkiliyên dualî bi serdaneke wiha ez cara ewil e Bexdayê ziyaret dikim. Ev jî nîşan dide ku em çiqasî girîngiyê didin Bexda û Iraqê."
Serokwezîr Davutoglu got: "Dema ku Tirkiye û Iraq mil bidin hev ewê hewzeyeka aboriyê ya dumil ava bikin û ev jî li dinyayê dê wek mînak bê nîşandin. Tenê bila li herêmê aştî û aramî hebe."
Davutoglu destnîşan kir ku dema li Iraqê hikûmeta nû hat avakirin wî ji ser têlefonê Îbadî pîroz kir û niha jî ji bo pîrozkirinê ew bi xwe li Iraqê ye.
"Rêxistinên ku gefê li Iraqê dixwin ji bo Tirkiyeyê jî gef in."
Davutoglu li ser dewlemendiya Iraqê sekinî û diyar kir ku li herêmê welatê bi saya çavkaniyên mirovî û sirûştî pêş ve here yek jî Iraq e û wiha dewam kir: "Îro helwesta me ya ku li hemberî wan pirsgirêkên ku di serî de DÎŞI, Iraq pê re têdikoşe eşkere û zelal e. Rêxistinên ku gefê li Iraqê dixwin ji bo Tirkiyeyê jî gef in. Dixwazî bila DÎŞI be dixwazî bila PKK be helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî hemû teroran diyar e."