04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ANKARA
Tirkiyeyê diyar kir ku biryara referandûma yekalî ya di rûniştina ku Ereb û Tirkmenan boykot kir a Meclisa Bajêr a Kerkûkê de hat hildan rewa nîn e û biryar şermezar kir.
Di daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Derva hat weşandin de wiha hat îfadekirin:
"Meşrûiyeta vê biryara ku di rûniştina Tirkmen û Erebê niştecihên esil ên Kerkûkê beşdar nebûn de, hat dayin tune ye."