Sevim Hatun
04 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê di weşana hevpar a NTV û Starê da bersiva pirsên Oguz Haksever da.
- "Ew ê asta duyem û sêyem a Operasyona Mertalê Feratê hebe"
Serokomar Erdogan: derbarê Herekata Mertalê Feratê de wiha axivî:
"Beşa ewil a Operasyona Mertalê Feratê ku ez wekî 'asta yekem' binav dikim qediya. Tabî ev wekî nexşerêyekê ye. Helbet ew ê astên duyem û sêyem ên ku navên wan nayên gotin jî wê hebin. Ev tenê di çarçoveya Sûriyeyê de nayê birêvebirin. Aliyekê wê ya Iraqê heye. Wekî ku hûn jî zanin li Iraqê meseleya Telafer û Sîncarê heye."
- "Berî her tiştî li hember şehîdên me bê rêziyek mezin e"
Serokomar Erdogan li ser bibîrxistina îdiayên darbeya bi kontrol yên Kiliçdaroglu wiha got:
"Ev îdayek mezin e, nerîneke dûrî exlaq e. Berî her tiştî li hember şehîdên me bê rêziyek mezin e. Berî herî tiştî daxuyaniyek min heye berî ku ez ji Marmarîsê derkevim. Divê bizzat ew bi xwe îsbat bike ka min ew sinyalên darbeya bi kontrol ji kê, çawa û ji kuderê sitendiye. Lê belê ev zat bi derewên xwe navdar e. Heger behsa hewla darbeyeke veşartî dike, divê vê îsbat bike. Heger nikare îsbat bike, ji bê exlaqiyê wêdetir e û ez wî tiştî bi edeba xwe nikarim îfade bikim."
Erdogan li ser pirsa derbarê daxuyaniyên Parlementerê CHPyê yê Konyayê Husnu Bozkurt de wiha xeberda:
"Ez ne bawer im ku Serokê CHPyê hişyarî dabe wî. Lewra zimanê wî tiştekî dibêje hişê wî bi awayekî din dixebite. Dibe ku ewî xelat jî kiribe. Lazim e tiştekî deynin meydanê, em dibêjin 'erê.' Heke kesekî rabe bibêje 'na' em ê rûmeta wî bigirin. Lê zimanekî wisa bikartîne dibêje 'Em ê ji Samsûnê ve bikevinê.' Ma tu derkevî rê, ew ê samsûnî nehêlin tu derbasî wir bibî, heta ewê nehilin tu bikevî Sêwazê, Amasyayê, Enqereyê. Ma tu yê kî birijînî behrê? Ya tu çawa radibî miletê vî welatî yê ku dibêje erê wekî Yewnan dibînî?"
- "Hewl tê dayîn ku Sîncar bibe Qendîla duyem"
Serokomar Erdogan: "Sîncara ku hewl tê dayîn bibe Qendîla duyem, 2 hezar 500 PKKyî lê wê derê ne. Dema em bi giştî li Iraqê dinêrin, em dibînin ku di li ser binemaya mezhebgerayiyê da bi aliyê nijadparêziya persî ve piştevaniyek ji bo Îranê tê pêkanîn. Rêbaza berbelavbûnê di asta perspektîfa nijadparêziya persî da ye lê bi rêbaza mezhebgerayiyê belav dikin."
- "Kerkûk bi pê tarîxa xwe bajarekî tirkmenan e"
Serokkomar Erdogan, desnîşan kir ku li Kerkûkê 2 pêşhat çêbûne û Tirkiyeyê li hember van pêşhatan berteks xwe nîşan daye û wiha got, "Hinek alî qebûl bikin yan nekin, em dizanin ku Kerkûk bi pê tarîxa xwe bajarekî tirkmenan e."