Ahmet Aydın
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
ANKARA
Tirkiyeyê derbarê rewşa karsazê Îranî Reza Serraf nota da rêveberiya DYAyê.
Berdevkiya Wezareta Karê Derve ragihand ku Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Washingtonê bi awayekî fermî ji meqamên DYAyê daxwaza zanyariyê derbarê Reza Serraf kiriye, lê hê bersiv nestendiye.
Berdevkiya Wezaretê derbarê ka gelo ji bo Reza Serraf di nezdê meqamên DYAyê de hewl dane yan na de bersiveke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya ku ji Berdevkiyê hat kirin de wiha gotin, "Piştî ku derbarê Reza Serraf nûçe di çapemeniyê de derketin, ji aliyê Balyozxaneya me ya li Washingtonê ve bi awayekî fermî daxwaza zanyariyê ji meqamên DYAyê hat kirin, lê hê bersiv nehatiye sitendin. Mijar tê şopandin."