Sümeyye Dilara Dinçer,Büşranur Koca,Selman Aksünger
26 Sibat 2024•Rojanekirin: 27 Sibat 2024
Alîkarê Wezîrê Karên Derva û Balyoz Ahmet Yildiz got, "Divê ji bo hemû kirinên ku Îsraîlê kirin û mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî binpê kir, berpirsiyar were dîtin."
Li Laheya paytextê îdarî yê Hollandayê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (DEN) ku di Qesra Aştiyê da fealiyetên xwe dimeşîne, der barê encamên hiqûqî ku Îsraîlê li ser axên Filistîna dagirkirî sepandin da rûniştin dewam dikin.
Yildiz di rûniştinan da li ser navê Tirkiyeyê axivî û diyar kir ku li Xezeyê nêzî 2 milyon Filistînî bi zorê ji cî û warên wan hat kirin û wiha dewam kir, "Kirinên Îsraîlê (yên li Xezeyê) veguherî cezakirina komî."
Yildiz got, "Di terora akinciyên li Şerîeya Rojava da sala 2023yan bû sala ku herî zêde tê da dijî Filistîniyan tundî hat kirin." û diyar kir, li dijî Filistîniyan ji ber binpêkirinan dengê merivên vê derê wê zêdetir derkeve.
Yildiz destnîşan kir ku li gor Tirkiyeyê divê çareseriyeke du dewletî çêbibe û girîngiyê dide vê yekê. Yildiz daxuyand, Qudisa Rojhilatê jî tê da fealiyetên dereqanûnî yên Îsraîlê gelekî zêde bûn û wiha dewam kir:
"Yildiz diyar kir ku pergaleke girêdayî rêgezan pêdiviyeke mecbûrî ye û biryarên têkildar ên Lijneya Giştî û Konseya Ewlekariyê yên NYyê da bibîrxistin û wiha got, "Tirkiye ji Dîwana Edaletê ya Navneteweyî dixwaze ku wê yekê îlan bike ku Quds jî di nav da kiryarên Îsraîlê yên li xaka Filistîna dagirkirî, dijî hiqûqa navneteweyî ye."