BAKU
Serokê Dewleta Vîetnamê Truong Tan Sang ê ku ji bo hevdîtinên fermî hat Azerbaycanê bi Serokomar Îlham Aliyev re hat bal hev.
Serokomarê Azerbaycanê Alîyev û jina wî Mehrîban Aliyeva li avahiya Serokomariyê Sang û jina wî Maî Thî Hanh bi merasîma fermî pêşewazî kirin. Di merasîmê de sirûdên neteweyî hatin xwendin û paşê jî şandeyan dest bi hevdîtinan kirin.
Piştî hevdîtinan di bin serokatiya Aliyev û Sang de di navbera wezaretên eleqedar ên herdu welatan de di warê pîşesaziya petrol û xaza siruştî, çandinî, gumrik, gihandin û hewayê de penc peyman hatin îmzekirin.
Aliyev di civîna çapemeniyê ya hevpar a digel Sang de daxuyand ku armanca wan ew e ku têkiliyên di navbera herdu dewletan de pêş bixin.
Aliyev diyar kir ku hecma bazirganiyê ya di navbera Azerbaycan û Vîetnamê de zêde ye û wiha peyivî: "Em dikarin hecma bazirganiyê bêtir zêde bikin. Ji bo vê jî planekê çalakiyê ya net hewce dike. Ji bo zedekirina hecma bazirganiyê, me yên derfetên baş hene."