Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn ji bo vekirina Lîseya Pîşe û Teknîkî ya Keçan ya Necmiye û Mehmet Yazici, Wargeha Xwendekarên Keç ya Necmiye û Mehmet Yazici û Hêwana Werzîşê ya Necmiye Yazici hat Aksarayê. Ergîn bersiva pirsên rojnamevanan yên der barê pakêta demokratîkbûnê ya ku Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan diyar kiribû, bersivand.
Ergîn bi bîr xist ku Serokwezîr Erdogan agahiyên der barê pakêtê de berê diyar kiribû û got "Ku xebatên ji bo wê didomin. Şeva din jî der barê hûrgiliyan de hin agahî hat dayîn û got ku tê payîn ku mijarên ku li gor pakêta demokratîkbûnê hewceyê verastkirinên kargêriyê ne, piraniya wan beriya cejnê biqedînin. Ez hêvîdar im ku hefteya piştî cejnê mijarên ku hewceyê verastkirinê ne, bi rêya Lijneya Wezîran bigihêje parlementoyê."
- "Qedexeya sergirtinê"
Rojnamevanekî pirsa "Der barê sergirtinê de hin tevlihevî hene, hûn vê çawa dinirxînin?" kir û Ergîn jî li ser vê pirsê got ku "Hewceyî bi tevliheviyê nîne, yê ku tevliheviyê dikin ew in ku van nûçeyan çêdikin. Her tişt gelekî zelal e. Niha di madeya 5an ya rêziknameya cil û bergan de, qedexe hene. Em wan qedexeyan radikin. Dîsa di heman rêziknameya der barê cil û bergan de madeya 6an de mijarên ku ji verastkirinan muaf in hene. Ev îstisna wek xwe man. Li vir tiştekî ku bibe sedema aloziyê nîne."
Wezîrê Edaletê Sadullah Ergîn li ser pirsên der barê rakirina sonda neteweyî de wiha axivî: "Ev 60 sal in ku em bi zarokên nûgihayî sonda neteweyî didin xwendin. Îro werin em wek hişmendiya neteweyî û bi awayekî sosyolijîk lê binêrin ka em li kû derê ne. Gelo me bi xwendina vê sondê karî ku em van tiştan di hişê wan de bi cî bikin? Divê em bi zanistên pozîtîf û perwerdeyê van hestan di dil û hişên zarokên xwe de bi awayekî din, bidin bicîkirin. Rewşa me ya niha vê dide pêşya me. Ji ber vê yekê di cîhana pêşketî de dîtina gotinên bi vî awayî ne hêsan e. Înşaellah em dê bi zanistên pozîtîf van hestan di dilê zarkên xwe de bi cî bikin."