SİİRT
Xwîndariya di navbera malbatên Ozay û Korkusuz de bi kuştina mirovekî di meha tîrmehê de dest pê kiribû. Malbat, bi hewldanên Walî Aydin li hev hatin. Walî Aydin li gel Qeymeqam Zafer Oz, Serdarê Cendermeyan ê Bajêr Albay Ferîdun Yureklî, Emîrê Ewlekariya Bajêr Mutlu Ekîzoglu û Miftiyê Bajêr Faruk Arvas li taxa Şakiran çûn serdana Husnu Korkusuz.
Walî Aydin, ji bo helwesta Husnu Korkusuz a aştîxwaz pîroz kir û wiha got: "Em, ji bo ku ji aştî û biratiya we re bibin şahid li vir in. Xweda xêra we hemûyan qebûl bike. Her kî ji bo aştiyê hewl dabe ez ji wan re sipas dikim."
Korkusuz, hêvî kir ku careke din bûyerên wiha neqewimin û ji walî re sipas kir. Piştre malbatên Ozay û Korkusuz, destê xwe dane hev û li hev hatin.