DIYARBAKIR
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ragihand ku di operasyona Lîcê de 28.5 milyon kinfa Hîndê ya kok û 3,5 ton esrara hûr û gir hat bidestxistin.
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê daxuyaniyek da û diyar kir ku operasyon bi telîmata serdozgeriyê ji hêla Fermandariya Jendirmeyan ya Herêma Diyarbekirê ve hat kirin. Operasyon li Mezraya Hecî Cemîlê li ser Lîcê û nêzî gundê Kabakayayê hat kirin. Operasyonê duh di saet 04.00an de dest pê kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyon ji bo tunekirina qadên çandiniya kinfê hat kirin.