11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 11 Nîsan 2017
DIYARBAKIR
Walîtiya Diyarbekirê daxuyand ku di teqîna Diyarbekirê de ku li avahiya midûriyeta ewlehiyê ya temîrkirina tankê çêbû memûrek sivîl mir
Walîtiya Diyarbekirê daxuyand ku di teqîna Diyarbekirê de ku li avahiya midûriyeta ewlehiyê ya temîrkirinê çêbû memûrek sivîl miriye.
Di daxuyaniya Walîtiyê de hat gotin ku teqîn li Midûriyeta Şaxa Temîrkirina Ewlehiya Bajêr de saet 10.47an de çêbûye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Piştî teqînê tîmên AFAD û tenduristiyê bilez gihîştin cihê bûyerê. Di teqînê de memûrek sivîl mir. Dermankirina birîndaran jî li nexweşxaneyan dewam dike. Der barê bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin û daxuyaniya fireh wê paşê bê dayîn."
- Serokomar Erdogan der barê teqîna li Diyabekirê da agahî hilda
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê li Huseyîn Aksoyê Waliyê Diyarbekirê geriya û der barê teqîna li Baxlara navçeya Diyarbekirê çêbû da agahî hilda.
Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariyê piştî li avahiya temîratê ya hêzên çevîk a Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di dema temîrkirina panzêrê da teqîn çêbû li Aksoy geriya û der barê bûyerê da agahî hilda.
- Daxuyaniya Soylu li ser teqîna Diyarbekirê
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê teqîna Diyarbekîrê de wiha got: "Kesk li bin enkazê de asê maye. AFAD dibêje sax e. Yek jî giran birîndar bûye. Xwedê şîfayê bide."
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu der barê teqîna Diyarbekirê de got: "Kesek di bin enqazê de asê maye. AFAD dibêje sax e. Yek jî giran birîndar bûye. Xwedê şîfayê bide."
Soylu li Tuzlayê bi karsazan re hat bal hev. Soylu der barê teqîna ku li Diyarbekirê çêbû jî axivî û wiha got:"Teqîn ji ber temîrkirina wasiteyan çêbûye. Hevalên me ji derva mudaxaleyek heye an nîne kontrol dikir. Niha ya xuya dike tu mudaxeleyên ku ji derva lê hatine kirin tuneye. Niha kesek di bin enqazê de ye."