BATMAN
Welatiyên êrmenî yên ku li gundê Çalişirlara navçeya Sasonê rûdinên, fitar dan rêvebirên navçeyê.
Qaymeqamê Sasonê Cîhat Arik, Fermandarê Garnîzonê Serdar Gokhan Cengiz, Şaredarê Yucebagê Atîlla Çetînkaya, Miftiyê Navçeyê Abdulhalik Ocakhanoglu, Midûrê Perwerdeya Neteweyî M. Emîn Çaglayan û rêvebirên din ên navçeyê beşdarî fitarê bûn.
Arik diyar kir ku ew li ser daweta welatiyên êrmenî hatin û got ku li pêşa Çiyayê Meretoyê xweşbînî û camêrî hakim e, Xwedê hevaltî û biratiya me daîm bike.
Miftiyê Navçeyê Ocakhanoglu jî diyar kir ku ew her dem bi welatiyên êrmenî re di têkiliyê de nin û got ku di dîn de zordarî tuneye û wiha dewam kir:
"Di dînên semawî de zordarî tuneye, yekî ku li ser dînekî din be, hûn nikarin bi zorê bînin ser dînê xwe. Em li ser navê yekîtî û biratiyê hatin ser sifreya wan."
Celal Kabeyê welatiyê êrmenî jî ji bo beşdarbûna rêvebiran, ji rêvebiran re sipas kir.