Aylin Dal
30 Adar 2024•Rojanekirin: 31 Adar 2024
Li Tirkiyeyê ji bo hilbijartina rêvebirên herêmî yên ku wê 5 sal ser wezîfeyê bin welatî sibê diçin ser sandoqan.
Di Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adara 2024an da wê ji 61 milyonî zêdetir hilbijêr di bi qasî 208 hezar sandoqan da ji bo 34 partiyê siyasî rayê bidin.
Adiyeman, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bedlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîentab, Gîresun, Gumuşhane, Hekarî, Qers, Meletî, Kahramanmeraş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Tuncelî, Şanliurfa, Wan, Bayburt, Batman, Şirnex, Ardexan, Îdir û Kilîs jî di navê da wê li 32 bajaran dengdayîn di navbera 07.00-16.00an da be.
Li bajarên din jî dengdayîn wê di navbera 08.00-17.00an da be.
Heya Lijneya Hilbijartinê qedexeya weşanê raneke wê encamên hilbijartinê neyên eşkerekirin.
- 1004 sandoqên seyar
Ji bo dengdêrên ku ji ber nexweşî yan jî kêmendamiyê girêdayî nivînê 1004 sandoq hatin amadekirin. Ew ê dengê xwe li ser wan sandoqan bidin.
- Heta saeta dengdayinê neqede ew ê sandoq venebin
Li parêzgehên ku saeta dengdayinê 07.00-16.00ye beriya 16.00an û parêzgehên din jî beriya 17.00ê ew ê hejmartina dengan neyê kirin.
Heke hemî dengdêrên di lîsteyê da dengê xwe bi kar bînin jî bi teqez heta saet neqede ew ê sandoq venebin.
Serokê LHByê Yener: Em ji bo hilbijartinên 31ê adara 2024an amade ne
Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) Ahmet Yener got, "Lijneya Hilbijartinê ya Bilind û lijneyên hilbijartinê yên navçeyan amadekariyên xwe yên dawîn qedandin û êdî em ji bo hilbijartinên 31ê adara 2024an amade ne."
Yener pêşwazî li Misyona Çavdêriya Hilbijartinê ya Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewropayê kir û piştî wê bersiv da pirsên rojnamevanan.
Yener der barê xebatên hilbijartinê da gor, "Lijneya Hilbijartinê û lijneyên hilbijartinê yên navçeyan amadekariyên xwe yên dawîn qedandin û êdî em ji bo hilbijartinên 31ê adara 2024an amade ne."
- Hejmartina dengan û hesabkirina wan a di dema fitarê da
Yener anî ziman ku ji ber meha Remezanê hejmartina dengan û hesabkirina wan dikeve dema fitarê û got, "Lijneya Hilbijartinê ya Bilind di biryara xwe ya duh da diyar kiribû ku dê li gorî rêziknameya qanûnî kar û xebatên hilbijartinê wê bê navber bidomin. Di vê rewşê da, divê ew encam neyê derxistin ku ewê xebatkarên li ser sindoqan yên ku di Remezanê de rojiyê digrin, rastî zehmetiyan bên. Em di wê baweriyê da ne ku hemû partiyên me yên siyasî dê di vî warî da pêwîstiyên berpirsên sindoqan bi cih bînin. Di heman demê da hejmartina dengan jî wê bê navber bidome."