04 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2015
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê wesayîta bizirx a polêsan û kamyonetek li hevdu qelibîn, di qezayê da polêsek candorî bû, 7ê wan polês 11 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, li texma Qereçaliya ku li kîlometreya 20î ya ser rêya Diyarbekir-Sîlwanê ye wesayîta bizirx a ku tê da polês hebûn li kamyoneta bi pîlaqeya 23 LF 296 a ku ajokarê wê nayê zanîn qelibî.
Di qezayê da polêsek cangorî bû û 7ê wan poês bi tevahî 11 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên Serwêsa Acîl a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê.
Ji ber qezayê rê qasî 2 saetan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin, wesayîta bizirx bi vînce ji kendêl hat derxistin.