ÎSTANBUL
Serbijîşkê Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Stenbolê ya Zanîngeha Stenbolê (ZÎ) Prof. Dr. Mehmet Akîf Karan der barê rewşa tenduristiya nivîskar Yaşar Kemal de got: "Niha tedawiya wî dewam dike. Tedawiya bêhnstendinê û ya biderman tê kirin. Ji ber nexweşiyê ezayên wî xirab bûne û baş naxebitin."
Karan got ku ev 19 roj in ku Kemal di nexweşxaneyê de ye û wiha axivî:
"Rojên ewil me tedawiyên destekê hinekî kêm kiribûn. Lê niha tedawiya wî dewam dike. Tedawiya bêhnstendinê û ya biderman tê kirin. Ji ber nexweşiyê ezayên wî xirab bûne û baş naxebitin. Guherînên rewşa tenduristiya wî, bi rojane wê bi raya giştî ve bên parvekirin."