20 Adar 2016•Rojanekirin: 21 Adar 2016
ÎSTANBÛL
Hat ragihandin kesên ku di êrîşa terorê ya li Kolana Îstiqlala Beyogluyê da birîndar bûn jê 19 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê da hat bibîrxistin ku piştî teqînê hawara ewil di saet 10.58an da gihîşt 112 Navenda Kontrolê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku piştî bûyerê ambûlansa ewil di saet 11.00an da gihîşt ciyê bûyerê û wiha hat gotin:
"Di saet 11.04an da li ciyê bûyerê digel 6 ambûlans, di nava 15 deqîqan da jî bi tevahî 28 ambûlans û 3 ekîbên UMKEyê va mudaxaleya ewil a seba birîndaran pêk hatiye. Îro ji saet 09.00an pê va li nexweşxaneyên me 8 jê di unîteya nexweşên giran da dermankirina 19 birîndaran dewam dike."