ANKARA
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bi nûnerên rojnameyan yên Enqereyê re hat bal hev.
Hat ragihandin ku Bozdag di civînê de der barê rojevê de agahî daye û diyar kiriye ku destûrê nade ku Lijneya Bilind a Dozger û Dadgeran (LBDD) der barê Midûrê Ewlekariya Stenbolê Selamî Altinok û Serdozgerê Komarê yê Stenbolê Turan Çolakkadi û Cihgirê Serdozger yê Stenbolê Oktay Erdogan lêkolînê bikin.
Piştî operasyona ku navenda wê Stenbol e LBDDyê der heqê Çolakkadi, Altinok û Erdogan û ji dozgeran Zekeriya Oz û Muammer Aktaş biryara lêkolînan dabû û ji Serokê LBDDyê Bekir Bozdag destûr xwestibû.