ANKARA
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, der heqê gotinên Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Haşim Kiliç de wiha got: "Li hember mêvanên ku vexwendibû civînê bi şêwazeke ku li nezaketa dadgehê nayê, axivî: "Ev axaftin bi nîqaşên siyasî tijî bû û nosyona hiqûqî ya vê axaftinê jî kêm bû."
Bozdag, diyar kir ku axaftina Kiliç nîşan dide ku li Tirkiyeyê muxalefeteke nû derketiye holê û wiha pê de çû: "Daxuyaniyên Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) nîşan dide ku muxalefeteke nû ya Tirkiyeyê çêbûye. Partiyên muxalefetê nekarîne ku valahiyê dagirin. Wisa xuya dike ku Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn dil kiriye ku vê valahiyê dagire. Ji bo partiyên muxalefetê bi xêr be."
Wezîr Bozdag bi bîr xist ku rayeya zagonsaziyê di destê TBMMyê de ye û wiha dewam kir: "Serokê DDByê jî di nav de tu kes nikare ji bo vê wazîfeyê jêpirsînê bike û biçûk bibîne. TBMM Destûra Bingehîn û zagonan derdixe û wazîfeya dezgehên zagonsazî û birêvebirinê jî wazîfeya wan e. Li Tirkiyeyê tu sazî û kes di ser TBMMyê re nîne."