Elif Orhan
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
ANKARA
Wezîrê Tendirustiyê Ahmet Demîrcan mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) ye.
Demîrcan di civîna Maseya Edîtoran a AAyê ya ku saet 10.00ê de destpê kir, bersiva pirsên di rojevê de dide û der barê geşedanên dawîn de nirxandinan dike.
Daxuyaniyên Wezîr Demîrcan di ji malpera AAyê (www.aa.com.tr) û Termînala Nûçeyên Fînansê (www.aafinans.com) tên weşandin û ji hesaba Twîtterê (@anadoluajansi) demildest tê şopandin.
Wezîrê Tenduristiyê Demircan: "Di zekema demsalî da em îro li gor salên berê di rewşeke xirab da nînin. Em di bin talûkeyeke mezin da jî nînin û heta di rewşeke baştir da ne."
Demircan: "(Ji bo bikaranîna antîbiyotîkan) Xebatên di vê mijarê de li welatê me hatin kirin encameke erênî dan. Rêjeya antîbiyotîkên di reçeteyan de li gor salên berê kêm dibe û kêmbûn dewam dike. Di vê mijarê de em serkeftî ne. Kampanyaya me ya bi zanatî emilandina antîbiyotîkan heye. Di vê mijarê da medya jî piştgiriyê dide û dibe alîkar. Bi saya medyayê pêşketineke baş çêbû."