Fatma Sevinç Çetin
17 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2024
Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Av û Hewayê Murat Kurum ragihand, li Kaleya navçeya Meletiyê piştî erdheja ku mezinahiya wê 5,9 bû, heta niha 1211 êxbar hatin nirxandin û li Elezîzê 20 avahiyên ku xesareke giran hildane, 517 avahiyên ku xesara wan kêm e, li Meletiyê jî 18 avahiyên ku xesareke kêm hildane, hatin tesbîtkirin.
Wezîr Kurum li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, piştî erdheja ku mezinahiya wê 5,9 bû, ekîbên tesbîtkirina xesarê yên Midûriya Giştî ya Avadaniyê xebatên xwe didomînin û wiha dewam kir:
"Heta niha 1211 êxbar hatin nirxandin û li Elezîzê 20 avahiyên ku xesareke giran hildane, 517 avahiyên ku xesara wan kêm e; li Meletiyê jî 18 avahiyên ku xesareke kêm hildane, hatin tesbîtkirin. Bira welatiyên me muhsterîh bin. Em ê xebatên xwe yên tesbîtkirina xesaran demildest kuta bikin û hemû gavên ku hewce dikin, bavêjin."