Nevzat Umut Uzel
17 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2024
Li Wanê taviya baranê ya ji duh êvar da bi navber dibare, tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Ji ber baranê li navenda bajêr li ser kuçe û kolanan teqalên avê çêbûn, ajokaran zehmetî kişand.
Her wiha ji bo trafîq raneweste, ekîbên polêsan li xaçerêyan tedbîr sitandin. Şêniyên bajêr jî xwe dan bin niçê baniyan û ketin hundirê kargehan ku şil nebin.
Ekîban jî li cihên av gol bû, xebat meşandin.