Sümeyye Dilara Dinçer,Mustafa Deveci
05 Gulan 2023•Rojanekirin: 06 Gulan 2023
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê gotinên kovara The Economîstê yên der heqê Hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên Heyama 28emîn ên ku di 14ê Gulanê da bên kirin ên ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hedef digirin da got ku "Ev li ser navê gelê Tirk biryarê didin yan jî hewl didin ku eqilê bidin gelê Tirk."
Wezîr Çavuşoglu dema Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Alanyayê ziyaret kir axivî.
Wezîr Çavuşoglu der barê jimara dawîn a The Economîstê ya ku bi berga "Hilbijartina Herî Girîng a 2023yan" derket û dosyeyeke bi gotinên "dîktator" Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hedef digire û diparêze ku Erdogan ji peywirê dûr bikeve da wiha axivî: "Di wê bergê da (ya kovarê) di her xalê da dibêje ku 'Divê Erdogan biçe', 'Bila Erdogan biçe'. Ev li ser navê gelê Tirk biryarê didin yan jî hewl didin ku eqilê bidin gelê Tirk. Erdogan bila çima biçe? Çi zirarê wî ji te ra heye? Çi zirarê wî ji Îngiltereyê ra heye."
Çavuşoglu got ku "Heke îro Erdogan nebûya dê îro li dinyayê qeyrana xurekê hebûya. Heke Tirkiye nebe îro ewlehiya Ewropayê di xetereyê da ye. Hûn çima midaxeleyî karên navxweyî yê welatekî dikin? Almanyayê çima destûr neda ku em li cihên ku me ji Lijneya Bilind a Hilbijartinê destûr hilda sandoqan deynin? Ev hemû hewl didin ku midaxele bikin."
- Ji bo bertekê gotara xwe paş da kişand
Çavuşoglu got ji bo ku jimara bê ya Economîstê da bê weşandin wî bixwe gotarekî amade kir û wiha axivî: "Ez niha gotara xwe paş da dikşînim. Tu karê me bi kesên ku wiha bê hed û hidûd tevî karên navxweyî yên Tirkiyeyê dibin ra tune. Lê dê gelê me di 14ê gulanê da bersiva van bide."