SARAYBOSNA
Hejmara taybet a kovara "Graçanîçkî Glasnîk"ê ya ku ji bo salvegera 10emîn a mirina Aliya Îzzetbegovîç hatiye amadekirin hat nasandin. Aliya Îzzetbegovîç yekemîn serokomarê Bosna Hersekê bû.
Danasîn li Pirtûkxaneya Husrev Begê Gazî ya ku li Saraybosnayê ye hat kirin û kurê Îzzetbegovîç Bekir Îzzetbegovîç, akademîsyen û dîrokzan jî beşdar bûn.
Bekir Îzzetbegovîç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Bibîranîna Aliya Îzzetbegovîç bibîranîna gelê boşnakan e, bibîranîna rojên ku divê neyên jibîrkirin e. Divê Îzzetbegovîç neyê jibîrkirin."
Dîrokzan Zlatko Hasanbegovîç jî destnîşan kir ku Aliya Îzzetbegovîç di warê siyaset û dewletê de şexsiyetekî girîng bû.