QAHÎRE
Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Westerwelle çû Misrê û bi endamên Tevgera Temerrûdê ku xwepêşandanên 30yê hezîranê organîze kiribûn re hate bal hev.
Koordînatorê Siyasî yê Tevgera Temerrûdê Muhemed Abdulezîz, daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û der barê hevdîtînê de agahî da. Abdulezîz wiha got: "Hevdîtin li Qahîreyê di otelekê de pêk hat. Me bi Westerwelle re got ku divê hûn hurmetê nîşanê îradeya gelê Misrê bidin. Gel her dem heye lê dîktator Mursî her dem namîne û divê hun li cem gel bisekinin. Ev li gor menfaetên Almanyayê ye jî."
Abdulezîz dest nişan kir ku, daxwaza hevdîtinê ji wezîrê Almanî hat û wiha dewam kir: "Me jê re got ya ku di 30ê hezîranê de pêk hat ne derbe bî şoreş bû. Me jê xwest ku piştevaniyê bidin îradeya gel. Pêşengên Îxwan û Mursî tevlî bûyerên terorê bûn û divê bên darizandin. Westerwelle jî got ku Almanya piştgiriyê dide demokrasiyê, lazim e ku gelê Misrê xwe bi rêya demokratîk ifade bike. Em naxwazin midaxele li karên Misrê yên navxweyî bikin."
Damezrênerê Tevgera Temerrûdê Mehmud Bedir jî li ser hevdîtinê daxuyaniyek da û wiha got: "Me îfade kir ku, em ji daxuyaniyên ku Wezîr Westerwelle yên ku daxwaza serbestberdana Mursî dihûndurînin pir aciz in. Hîtler jî bi hilbijartinê hat û piştre bu dijminê demokrasiyê, we çima ew red kir? Ev jî heman tişt e. Mursî diktator e nayê bîra kesî ku dê dîsa wegere û were ser wezîfeyê. Divê Almanya helwesteke zelal nîşan bide."