DIYARBAKIR
Di danişîna Dadgeha Cezayê Giran ya 7emîn ya Diyarbekirê de mehkûmê girtî Hamît Yildirim bi Sîstema Ragihandina Dîmen û Dengî beşdarî mehkemê bû. Ji bilîş wî mehkûmê li derve Albayê teqawît Savaş Gevrekçî û parêzer jî amade bûn. Mehkûm "Yeşil" bi navê xwe Mahmut Yildirim û Aziz Turan (Abdulkadir Aygan) li danişînê nebûn.
Serokê mehkemê bi xwendina îdianameya 30 rûpelî ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya li Diyarbekirê hatibû amadekirin, dest pê kir.
Xanima Mûsa Anter û zarokên wî û tevî Orhan Mîrogluyê ku di bûyerê de mexdûr bûbûn jî xwestin beşdarî mehkemê bibin. Dozgerê Komarê ji ber egera ku xisar dîtine, xwest ku ew jî beşdar bibin.
Serokê mehkemê pêşî heqê gotinê da mehkûmê li derve Savaş Gevrekçî ji ber ku ew wî wextî li wir peywirdar bû û der barê vê bûyerê de di bin tohmetên sucdariyê de ye. Gevrekçî da zanîn ku wî wextî ew li wir wekîlê fermandarê Koma Îstixbarata Cendirmeya Diyarbekirê bûye, lê belê wezîfeya wî ya esil Fermandariya 3yemîn ya Îstixbarata Tîmê ya Diyarbekirê bûye.
Gevrekçî da zanîn ku di salên 1991 û 93yan de tayîna wî ji Pêşrewê Cendermetiyê derketiye Fermandariya Îstixbarata Tîmê ya Cendermeyan û wiha dewam kir:
"Îstixbarata Cendirmeyan li Diyarbekirê taxa Şehîtlîkê bû. Îtirafkarên sîvîl û em li wir diman. Min ji bo ku Anter bikuje telîmat nedaye Aygan. Ev yeka ne rast e. Ez hay ji bûyera Anterî nînim. Tenê li bûyereke edlî ya li herêma min bû. Min Anter nas nedikir. Piştî bûyerê min navê wî bihîst. Min ji ber ku îtirafkar Abdulkadir Aygan, Adil Tîmurtaş, Adem Yakin deynê xwe yên esnafên li wir nedidan û hin tevgerên wan ên ku wekî li malê binecilên xwe li ser şirîtan eşkere radixistin û milet aciz dikirin, tenê ew şiyar kirin. Aygan ji vê şiyarkirina min pir aciz bûbû. Ji ber ku ji min Aciz bûbû, der barê bûyera Anterî de li ser min îfade daye. Gotinên wî hemû derew in. Îftira li min kiriye. Ez sûcên ku ji bo navê min tên gotin qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim."
Tiştê ku min ji Yakin, Aygan û Tîmurtaş dît min ji tu kesî nedît
Serokê mehkemê pirsî ka gelo li cihê ku dixebitî, her tiştî li gor rêz û rêçika xwe dewam dikir.
Gevrekçî jî da zanîn ku di dema wî de her tişt di hemdê xwe de bû û wiha pê de çû:
"Gava ku me gazî îtirafkaran bikira, kîjan roj dibû bila bibûya dihatin. Îtirafkar nikaribûn biketana cihê têlsizan. Heta qedexe bû ku biketana leşkergehê jî. Îtirafkaran axaftinên bi kurdî deşîfre dikirin û ji me re digotin. Em jî bi wan bawer bûn. Lê tiştê ku min ji Yakin, Aygan û Tîmurtaş dît min ji tu kesî nedît. Tevgerên wan ên serberedayî hebûn. Ez "Yeşil"ê bi navê Mahmut Yildirim jî nanasim. Li Fermandariyê 10 îtirafkar hebûn. Wextê ku min bi wekaletî li wir îdare dikir li ser maseyên îtirafkaran lewheyên bi navê JİTEMê hebûn. Min digot van rakin. Wan jî digot her carê memûrên sîvîl datînin li vir."
Mîroglu xwe negirt û giriya
Mîroglu dema ku qala wê êrîşê kir xwe negirt û giriya.
Mîroglu qala êrîşa di 20ê îlona 1992yan de li Mûsa Anter hat kirin û wiha pê de çû:
"Ez û Anter gelek samîmî bûn. Anter ji ber egera şahiyên Şaredariya Diyarbekirê di 15ê îlonê de ji Stenbolê hatibû Diyarbekirê. Ez di 20ê îlona 1992yan de çûme li cem wî Otela Mezin. Em li vir rûniştin û axivîn. Min jê re got tu yê kengî biçî malê, wî ji got ku mêvanekî min dê bê. Di wê kêlîkê de peywirdarên Otelê gotin ku mêvanê wî hatiye. Kesê ku hat xwe wek "Dijwar" da nasîn. Em bi hev re li texsiya ticarî siwar bûn bo ku biçin cihê hevdîtinê. Kesê ku bi Anter re hat li paldanka paş rûnişt. Em çûn Seyrantepeyê û ber bi îstiqameta DSIyê dewam kir. Min wê gavê pirsî ku 'em ê bi ku ve biçin?' Wî kesî jî got ku em diçin Avahiyên Pêşmergeyan yên li ser rêya Sîlwanê. Em li ser cadeya mezin ya li ser rêya zanîngeha Dicleyê ketine rêya taxê û sekinîn. Em di rêya hevraz re meşiyan. Anter gava ku tu kes nedît bi hêrs bû. Ji min re got em vegerin. Piştre me dîsa dewam kir. Kesê ku em ji Otelê girtibûn li pêşiya me dimeşiya. Ji nişka ve zîvirî û gule berda me. Min nedît ku sîleh ji ku derxist. Ez li ser rûyê xwe ketim. Dema ku ez rabûm birevim, guleyek jî berda pişta min. Kekê Anter jî mîna min li ser rûyê xwe ketibû. Wê kêlîkê qomserek hat û ez birim nexweşxaneyê. Canê min ji mirinê xelas kir. Wekî din tiştek nayê bîra min."
Mîroglu got ku heke di serî de mesele ji min re gotiba, min ê nehişta ku em biçin li wir û wiha dewam kir:
"Çimkî xefik danîbûn. Lê haya me jê nebû. Piştî bûyerê di sala 2009an de ji Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê qomserek hat û got ku dosyeya Anterî dê ji nû ve bê vekirin. Wê gavê wêneyê Hamît Yildirimê girtî yê 2005an nîşanî min da. Gotin ku ev kujer e. Min jî got heya wêneyên wî yên kevintir tunebin, ez nikarim tiştekî bibîjim. Par jî wêneyên wî yên kevintir anî min dît ku kesê ku terîf kiriye û ev kes gelekî dişibin hev."
Mehkûmê girtî Hamît Yildirim jî got ez van sûcan qebûl nakim û ez tu carî neketime nav vê bûyerê.
Yildirim got: "Der barê bûyerê ya ku avêtine stûyê min, devjenî ye. Ez Anter û Miroglu piçikî jî nanasim. Kuştin ne karê min e. Rojnamenûs Abdurrahman Şîmşek û tevî Abdulkadir Aygan di heqê min de derew kirine. Îfadeyên ku min berê di ofîsê de dane, yên min in. Ez van sûcan qebûl nakim û tehliyeya xwe dixwazim."
Min ew birin
Ajokarê texsiyê Mehmet Sînanogluyê ku ew her sêyan ji Otelê biribûn, got ku sê kes li texsiyê siwar bûn û em çûn Seyrantepeyê. Ji ber ku tarî bû, min ew baş nedîtin. Di erebê de bi tirkî dipeyivin. Piştre min bihîst ku li wir kesekî bi navê Mûsa Anter hatiye kuştin. Min ew birin wir. Der barê bûyerê de wekî din tiştekî nizanim.
Heyeta mehkemê piştî îfadeya mehkûm, şahid û mexdûran ji bo ku sibê dewam bikin, navberek danê.
Di îdianameyê de der barê mehkûman de ji ber "kuştina biqestî" cezayê muebetê hat dayîn. Ji ber ku milet teşwîqê îsyanê kirine û bûne sebebê mirin, pevçûnê û ji ber birîndarkirinê qasê 20 salan ceza xwestin.
news_share_descriptionsubscription_contact
