Serokê KNWTê Riza Ozel civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir 29 car e ku ev pêşbazî tê lidarxistin û tenê di vê pêşbaziyê de xelatê didin wêneyên çapemeniyê û wiha got: "4 hezar 381 wêneyên ku mora xwe li sala 2013an da beşdarî pêşbaziya 'Wêneyên Çapemeniyê yên Salê' bûn."
Ozel, destnîşan kir ku juriyan piştî 11 saetan eşkere kir ku di 6 kategoriyan de 22 wêneyan û 4 seriyan xelat hilda.
Juriya pêşbaziyê ji kesên navdar yên wek Nûçegihanê Wêneyan û Rêvebirê Weşana Giştî yê ÎZ TVyê Coşkun Aral, Rêvebirê Weşana DEPO Photosê Abdurrahman Antakyali û edîtorên wêneyan yên rojnameyan pêk hat.
- "Jinika Cilsor" bû wêneya salê
Wêneya "Jinika Cilsor" a ku ji aliyê nûçegihanê wêneyan yê Reutersê Osman Orsal ve hat kişandin, ji ber ku bû nîşaneya bûyerên Parka Geziyê, xelata "Wêneya Çapemeniyê ya Salê" hilda.
- 5 xelat bi hev re dan Anadolu Agencyê
Di pêşbaziyê de nûçegihan û nûçegihanên wêneyan yên Anadolu Agencyê jî di 4 şaxan de 5 xelat hildan.
Nûçegihanê Wêneyan Alî Îhsan Ozturk bi wêneya xwe ya Sûlava Bêgiriyê Xelata Taybet a Wagifbankê, Ozgur Ayaydin bi wêneya xwe ya Leopara Anadoluyê ya ku li gundê Çinara Diyarbekirê kişandibû xelata wêneyan ya Hawirdor a TUKÇEVê ya duyemîn hilda. Ji bilî van Berk Ozkan, Volkan Furuncu û Aykut Unlupinar jî xelat hildan.