Yildiz, di dema ku Serokê Lijneya Verastkirina Pazara Vejenê (EPDK) Mûstafa Yilmaz û endamên EPDKyê qebûl kir de bersiv da pirsên rojnamevanan jî.
Ji Yildiz hat pirsîn 'Gelo der heqê têlefonên ku rêxistina paralel guhdar kiriye de hûn çi difikirin û vê yekê çawa dinirxînin? Di bersiva xwe de Yildiz destnîşan kir ku wezareta wan her tim zelaliyê parastiye û wiha dewam kir: "Ez wisa texmîn dikim ku nêzî du sal û nîve bi awayekî fermî û herî kêm 5 sale jî bi awayekî ne fermî têm gihdar kirin. Dema ku ji me pirs bikirina me dikaribû agahiyan bidin wan jî lê hûn qala rêxistineke ku ez hêj navê wê teze dibihîsim dikin. Piştî civîna çapemeniyê ezê agahiyên der barê mijarê de hîn bibim. Ev hevalên me yên ku di rêxistina Selamê de cih digrin kîne, em bi kê re xebitîne, wan çi kiriye, amanca vê rêxistinê çiye? "
Yildiz da zanîn ku guhdarkirina têlefonan bi vî awayî nayê qebûl kirin û dewam kir: "Ev bi tu awayekî nayê qebûl kirin. Di nav têlefonên ku rêxistina paralel guhdar kiriye de endamên zanîngeh, rojnamevan, çapemenî û CHPê jî heye. Êdî ev mesele bi tenê ne meseleya AK Partiyê ye. Ev bi tenê ne pirsgirêka desthilatiyê ye. Ev pirsgirêkeke bekayê ye. Wek ku ez her gav dibêjim li Tirkiyeyê deyndarê parastina îstikrarê bi tenê ne AK Partiye."