06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2015
Belkis Akinci (27) diya 2 zarokan e û li navçeya Kahtaya Adiyemanê dijî. Ji ber ku malbata wê destûr neda, xwendin berda, lê li der û dora xwe pirtûk peyda kirin, xebitî û Beşa Mamostetiya Pêzanînên Civakî ya Zankoya Adiyamanê qezenc kir.
Akinci li taxa Camiyê dijî û zarokeke wê 8, zarokeke wê jî 5 salî ye. Zeynel Akinciyê mêrê wê destek dayê ku xeyala xwe ya mamostetiyê bi cih bîne. Akinciyê li der û dora xwe pirtûk peyda kirin û ji bo ezmûna zanîngehê amade bû. Akinciyê Beşa Mamostetiya Pêzanînên Civakî ya Zankoya Adiyamanê qezenc kir û nav heftê her roj diçe Adiyemanê û tê.
Akinciyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku digel ew xwendekareke serkeftî bû û lîse yekemîn qedand, malbata wê destûr neda ku zanîngehê bixwîne û wiha dewam kir:
"Xeyala min a zanîngehê êdî nema. Lê min pir dixwast ku ez bibim mamoste. Malbata min ez zewicandim. Tiştekî ku min bikira tunebû. Piştî ku ez zewicîm mêrê min destek da min û ez ketim ezmûnê û min mamostetî qezenc kir."
Akinciyê daxuyand, ji ber ku karê mêrê wê tuneye, ew nikarin mala xwe bibin Adiyamanê û ji ber vê jî ew her roj mecbûr ji navçeyê diçe bajêr û tê û got ku ew dixwaze zanîngehê biqedîne û bibe mamoste.