08 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
Prof. Dr. Azîz Sancarê ku ji aliyê Akademiya Zanistê ya Qraltiya Swêdê ve bi Xelata Nobelê ya Kîmyayê ve hat xelatkirin, destnîşan kir ku ew pir kêfxweş e ku piştî xebateke dûdirêj ew layîqê xelatê dîtin û wiha dewam kir, "Ez herî zêde li ser navê welatê xwe şa bûm. Ji Tirkiyeyê re zanist lazim e. Ji bo ku ji vê rewşa asê derkeve û bigihêje asta Ewropayê zanist hewce ye. Ez pir kêfxweş im ku ez ji vê hêlê ve bikêr hatim."
Sancarê ku li Beşa Biyofîzîk û Biyokîmyayê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Carolinaya Bakur a li bajarokê Chapel Hillê xebatên xwe didomîne, di laboratûwara xwe de ji peyamnerê AAyê re qala şabûna xwe ya ji ber xelata mezin kir.
Sancar destnîşan kir ku jina wî bersiv da têlefona ku serê sibehê di saet 5an de lê da û wiha got, "Kesê di têlefonê de got ku ew ji Stockholmê digere û dixwaze ku li ser meseleyeke girîng xeberbide. Wê çaxê jina min şaş û metel ez hişyar kirim."
Sancar diyar kir dema jina wî Gwenê jê re got ku ji Stockholmê lê digerin, wî tiştek fêm nekir û wiha dewam kir, "Ez hişyar bûm, çûm ber têlefonê, ji min re gotin ku Xelata Nobelê ya Kîmyayê dan te. Min jî nîvxewar hewl da ku spasiyeke bi qayde bikim."
- "Ez li benda xelata kîmyayê nebûm"
Sancar diyar kir ku bi rastî ew îsal li benda xelatê nebû û wiha got, "Ez bêtir li ser xebatên tibê hûr dibim. Ji ber hindê di warê kîmyayê de ez li benda xelatekî nebûm. Lêbelê hem aliyê tibê û hem jî aliyê kîmyayê yên xebatên min hene. Ez difikirîm ku ezê di warê tibê de xelatê werbigirim. Hinekî bû surprîz."
- "Ez herî zêde li ser navê welatê xwe şa bûm"
Sancar got ku ew pê beled bû heger îsal nebe jî ewê salekê vê xelatê bistîne û wiha got, "Belê, min dizanibû ku ji ber xebatên xwe ezê vê xelatê wergirim."
Sancar got ku ew bi xelatê pir serbilind e û wiha xeberda:
"Ev xelat ji bo min, ji bo xebat û keda min a bi salan helbet cihê xwe yê serbilindiyê heye. Ji xeynî vê ez li ser navê malbata xwe jî şa bûm. Ji ber ku em malbateke mezin in. Heyşt helal û dudu jî dêmarî xwîşk û birayê min hene. Ez ji bo wan jî şa bûm. Lê herî zêde ji bo memleketê xwe şa bûm. Ji Tirkiyeyê re zanist lazim e. Ji bo ku ji vê rewşa asê derkeve û bigihêje asta Ewropayê zanist hewce ye. Ez pir kêfxweş im ku ez ji vê hêlê ve bikêr hatim."
Sancar qala wê pêzanînê jî kir ku ji Tirkiyeyê rayedarên sereke li wî geriyan û ew pîroz kirin û wiha got, "Bira sax bin, ji Tirkiyeyê gelek kes geriya. Serokwezîr Ahmet Davutoglu geriya, me xeberda û ez pir kêfxweş bûm. Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan geriya, lê mixabin wê çaxê têlefon nehat girêdan. Birêz Kemal Kiliçdaroglu li min geriya."
- "Ez tirk im, hew"
Sancar got pîştî ku hat ragihandin wî xelat wergirt û şûnde gelek dezgehên çapemeniya dinyayê li wî geriyan û pirsa nijada wî kirin û ew jî ji ber vê pirsê aciz bû.
Sancar got ku dezgeha çapemeniyê ya ingilîz BBC li wî geriya û ji wî wiha pirs kirin, "Hûn ereb in, hûn qismekî tirk in? Li hemberê min bêrêzî kirin. Min ji BBCyê re got ku ez bi erebî û kurdî xebernadim, ez tirk im. Heger ez li Mêrdînê jî, li Cizîrê jî û li Qersê jî jidayik bibim, ez tirk im û hew."
Sancara qala xebatên xwe yên ku ew gihand xelatê jî kir û wiha got:
"Di warê parastina ji qanserê de temîrkirina DNAyê girîng e. Ji ber ku egerên li ber qanserê vedikin DNAyê jî xerab dikin û bi wê rêyê dibin sedema qanserê. Me ew mijar zelal kir ku ka DNA xwe çawa temîr dike, hucre li dijî qanserê xwe çawa mudafa dikin. Ji xeynî vê temîrkirina DNAyê di warê tedawîkirina qanserê de jî pir muhîm e. Ji ber ku piraniya dermanên ku ji bo tedawiya qanserê tên emilandin, DNAya hucreyên qanserê xerab dikin. Me jî ji wir hewl da ku em dermanên qanserê bêtir pêşve bibin û tesîra wan zêdetir bikin."