12 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2015
ANKARA
Xelata Aboriyê ya Nobelê îsal dan aborînasê îngiliz Angus Deaton.
Akademiya Zanistên Qraltiya Swêdê da zanîn ku Xelata Aboriyê ya Sverîges Rîksbanks (Banqeya Navendî) ku ji bo bîranîna Alfred Nobel tê belakirin, dan Deaton.
Li gor daxuyaniya Akademiyê ji bo "dahûrînên li ser birandin, xizanî û refahê" xelat layîqî Deatonê 70 salî dîtin.
- Angus Deaton
Deaton di sala 1945an de li Edinburghê hatiye dinê, ji Zanîngeha Cambrîdgeyê mezûn bûye teza xwe ya doktorayê jî di 1975an de temam kiriye. Di sala 1983yan de li Zanîngeha Prîncetonê Beşa Îqtisadê bûye endamê hîndekariyê.
Deaton di 1980yî de Pergala Daxwaza Îdeal (AIDS) weşand û bi saya serê vê li dinyayê hat naskirin. Deaton ji 2007an û vir va serokatiya Komeleya Aboriyê ya Amerîkayê dike.