02 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
HAKKARÎ (AA) - Di tayînkirinên dawîn ên mamostetiyê de Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ji bo Şemdînliya navçeya Hekariyê 240 mamoste tayîn kir û ew mamosteyên ku ji çar aliyê Tirkiyeyê hatin digel bûyerên terorî yên li herêmê ve bi hewl û xîret dest bi wezifeya xwe kirin.
Mamosteyên hatin Şemdînliyê berê xwe dan dibistanên li gund û bajarokên ku lê hatine tayînkirin û gihîştîn bal xwendekarên ku li benda wan bûn. Di rojên dawîn de Şemdînlî ji ber bûyerên terorê di rojevê de ye lê mamosteyên ku wê li vê derê wezifeya xwe bikin digel vê rewşê netirsîn û çûn dibistanên xwe yên nû.
Mamoste Nefîse Sapmaza ku ji Edeneyê bo wezifeya xwe bike hat bajaroka Derecîkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beriya bê vê derê piçekî bi şik bû û wiha pê de çû: "Beriya ku ez ê bêm vê derê piçek ditirsiyam. Lê dema ku em hatin xelqê li vê derê em xweş ezimandin û xwedanxêrên li vê derê bi her awayî piştgiriyê didin me. Ew tiştên ku em jê ditirsiyan nehatin serê me. Herkes dikare bi dilrihetî bê van deran."
Mamoste Yasemîn Goktaşa ku li heman bajarokê hat wezifedarkirin jî destnîşan kir ku ew pir kêfxweş e û wiha dewam kir: "Evder jî perçeyekî ji welatê me ye. Herî zêde hewcedariya van deran bi xizmetê heye. Ji ber vê jî ez kêfxweş im. Bila hevalên me bi pêşdaraz nebin. Bi rastî jî ev der ji texmînên min gelek gelek çêtir e."
Mamosteya dersa tirkî, Zeynep Goktepeya ji Enqereyê hat Şemdînliyê jî ragihand ku navçe ji texmîna wê zêdetir pêşve çûye û wiha domand: "Me bela sebep ev sond nexwar. Ev der ji texmîna min çêtir e. Hevalên me yên din jî ji bo vê derê bila netirsin. Bi rastî jî kesên li vê derê ji dil in û mazûvan in."
- Hejmara mamosteyên li Şemdînliyê gihîşt 750yî
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Navçeya Şemdînliyê hat hildan di heyama nû ya perwerdehiya sala nû de 240 mamoste ji bo li navçeyê wezife bikin hatin tayînkirin.
Bi van tayînên dawîn ve hejmara mamosteyên bi qadro yên ku li gund û bajarokên Şemdînliyê wezife dikin gihîşt 750yî.