25 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2016
MARDÎN
Li Îdila (Hezex) navçeya Şirnexê xwendekarên pola dawîn ên ku dê bikevin Azmûna Hîndekariya Navîn (TEOG) û Azmûna Hîndekariya Bilind (YGS) ji ber êrîşên terorê ji dersên xwe mabûn, ji bo telafîkirina dersan ev xwendekar li Midyada navçeya Mêrdînê di yûrdan da hatin bicihkirin.
Ji ber êrîşên mensûbên rêxistina terorê PKKyê xwendekar ji dersên xwe man. Ji bo van xwendekaran jî Wezareta Perwerdeya Neteweyî dest bi bernameyekê kir û di vê çarçoveyê da ji Hezexê 482 xwendekar anîn Midyadê.
Parlementerê Mêrdînê yê AK Partiyê Orhan Mîroglu çû seredana xwendekarên ku di yûrda keç û kuran a Lîseya Fenê ya Midyadê hatin bicihkirin, pirsên wan guhdarî kir û kitêb diyariyê wan kir.
Mîroglu di axaftina xwe ya li vir da got ku ew wisa pê bawer e ku perwerdeya li vir dê bi kêrî xwendekaran bê.
Mîroglu bal kişand ku carna di jiyana mirov û civakan da bûyerên derasayî diqewimin û wiha xeberda, "Ev bûyer jî dê rojekê biqedin û hûnê di şert û mercên çêtir da perwerde û hîndekariya xwe bidomînin. Derfetên dewletê timî dê li cem we bin. Tu arîşeyeke Tirkiyeyê tuneye ku bi çek û şidetê were çareserkirin."
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Midyadê Abdulkadîr Atalay jî diyar kir ku xwendekar dê li du navendan perwerde-hîndekariyê bibînin.
Xwendekara pola 12emîn Pinar Oruçê jî got ji ber ku ew ji dengê guleyan xelas bûn, ew pir kêfxweş in.
Hat ragihandin ku perwerdeya telafiyê ya xwendekaran dê 10 rojan bajo.