TÛNCELÎ
Li Zanîngeha Tûnceliyê xwendekarên Beşa Endezyariya Mekîneyê yên Fakulteya Endezyariyê di çarçoveya projeya qedandinê de ji melzemeyên xurde wesayîteke biçûk çêkirin.
Hîndekarê Beşa Endezyariya Makîneyê yê Zanîngeha Tûnceliyê Ark. Doç. Dr. Yahya Taşgin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xwendekarên pola 4emîn Cem Arslan, Can Saraç û Tîmûr Yildiz di bin kordînatoriya min de di çarçoveya projeya qedandinê de piştî xebateke ku nêzî salekî dom kir de wesayîteke biçûk çêkirin.
Taşgin diyar kir ku kaportaya wesayîtê ji melzemeyên kompozît hat çêkirin û got ku me di çêkirina wesayîtê de bu taybetî jî di motorê de melzemeyên xurde bi kar anîn û xebateke gelek xweş çêbû.
- "Ji ber ku me melzemeyên kêrnehatî û hatine avêtin bi kar anî, wesayîteke hawirparêz derket holê"
Cem Arslanê ku di projeyê de cî girt got ku dema em li kafeyê bi 3 hevalan re rûniştibûn, hat hişê me ku em bi melzemeyên xurde wesayîteke biçûk çêkin. Arslan diyar kir ku çêkirina wesayîtekê ewqas zehmet nîne û got ku me nîşan da ku bi derfetên zanîngehê jî wesayît tên çêkirin.
Cem Arslan der barê wesayîta 12 beygîr a ku bi benzînê dixebite de ev agahî dan: "Em fikirîn û me got ku qet nebe ji bo xatirê 4 salên ku me xwend divê em bi melzemeyên cuda tiştekê çêkin. Em fikirîn ku heke em bi melzemeyên kêrnehatî û hatine avêtin çêkin, hem dê ji bo me hem jî dê ji bo mirovan tiştekî nû çêbe. Melzemeya ku me bi kar anî di nav beniştê daran a polyester de ye, lê me ji bo teqwiyeyê qûmaş û xurtkerên li piyasayê bi kar anîn. Me hemû ceribandin ka kîjan qewî ye. Pişt re tiştekî gelek saxlem çêbû. Em wisa difikirin ku dê ev siberoj jî bê bikaranîn. Em wisa difikirin ku bi taybetî di pîşesaziya otomotîvê de, di sektora gihandinê de bê bikaranîn. Ji ber ku ew bi xwe zehf sivik e, xwediyê saziya aerodînamîk e, mirov dikare bi her awayî şikil bidê. Heke ev bê bikaranîn dê serfiyata vejenê kêm be, girabûniya wesayîtê kêm be. Ji ber ku me melzemeyên kêrnehatî û hatine avêtin bi kar anî, wesayîteke hawirparêz derket holê."