24 Sibat 2016•Rojanekirin: 25 Sibat 2016
ANKARA (AA) - Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim ji bo pergala serokatiyê got: "Yekane adresa îstiqrarê serokatî ye. Ji ber vê hindê em dixwazin li ser serokatiyê axaftin bên kirin. Bila bi qebûlên pêşin neyê axaftin. Welatî bila kêmasî û zêdayiya pergala serokatiyê hîn bibin. Ew îdiaya dibêjin 'Welatê perçe bibe', tiştekî wisa tuneye."
Wezîr Yildirim bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) mijarên di rojevê de ne nirxand, pirs û bersivên ku edîtor û nûçegihanên AAyê jê pirs kirin bersivand. Der barê proje û xebatên ku bi destê Wezareta Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê ve tên birêvebirin de agahî da.
Yildirim qala pergala seroktiyê kir û bal kişand ser sîstema rêvebirinê û sîstema welêt û got ku ew tiştên ji hev cuda ne û wiha pê de çû: "Komara Tirkiyeyê ji avabûna xwe heta niha komereke unîter e. Şiklê rêvebirinê demokrasî ye û sîstema eyaletê tune. Em dibêjin ku rejima Tirkiyeyê komar e, şiklê rêvebirinê demokrasî ye. Ji bo vê jî serokatî dikare bibe, sîstema parlementeriyê dikare bibe."
Ji bo "Projeya Kanal Îstanbûlê" ya ku car caran tê rojevê Yildirim got: "Me heta niha ji bo Kanal Îstanbulê bi awayekî fermî guzergahek kifş nekiriye. Her kes felan vedike, ji bo îstîhareyê radizê, ji bo ku 'ji kanalê ra derbas bibe' dikire û difroşe. Em dixwazin pêşî li ber van spekulasyona bigrin, derdê me ew e."
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Binali Yildirim der barê "Pira Sêyemîn" de jî agahî da û wiha axivî: "Pire, kêm zêde li ber qedandinê ye. Ez zen dikim 150 mêtro ma bigihêje hevdu. Di nava 5-10 rojên pêşiya me da pirê bi tableya xwe, bi halatên xwe yên asqiyê va xwe bide nîşanê. Bi temamî kutabûna pirê, di meha gulanê da ye. Lêbelê em dixwazin ku rêyên talî û veqetînên xaçerêyan em hemûyan tev xelas bikin û bi hev ra vekin. Ango pira sêyemîn û rêyên wê yên talî dê di meha tebaxa îsal da bi temamî amade bin."
Balafirgeha 3emîn a li Stenbolê ku çêkirina wê dewam dike jî Yildirim hat pirsîn û der barê wê de got: "Dema hemû etap temam bibin wê 10 milyar û 247 milyon ewro bê xerckirin. Di sibata 2018an de beşa ewil a ku 90 milyon kapasîteya wê heye wê bê vekirin. Bi vî awayî zehmetiyên ku di Balafirgeha Ataturkê de dihatin kişandin wê bi temamî ji holê rabin. Dema balafirgeha nû vebe, êdî di Balafirgeha Ataturkê de teyarên normal ên ku rêwiyan dibin û tînin wê nexebitin."
Yildirim der barê rewşa Sûriyeyê de jî fikrên xwe parve kir û got: "Mixabin çi Rûsya çi DYA, li herêmê, di hinek mijaran da, ketine nav peymaneke nuxumandî. Madem we yê li hev bikira, çima heta nuha hûn li hember mirina 450 hezar mirov û zarokê bêguneh bêdeng man? Mirovahî vê dipirse, cîhan vê pirsê dike. Di ser da bi milyonan kes ji bo ku sax bimînin, cih û warê xwe, welatên xwe berdan. Di vê mijarê da nimûneya herî qenc Tirkiye ye. Tirkiyeyê 3 milyon penaber himbêz kir."