Elif Orhan
17 Tebax 2017•Rojanekirin: 18 Tebax 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim êrîşa terorî ya ku li Îspanyayê qewimî şermezar kir û got ku "Em êşa gelê Îspanyayê yê dost ji dil parve dikin, sersaxî didin eqrebayên qurbaniyên êrîşê û ji bo birîndaran şifaya xêrê dixwazin. Emê di têkoşîna dijî terorê de di hevkarî û piştevaniya bi Îspanyaya dost û hevpeymanê me re berdewam bin."
Serokwezîr Yildirim der heqê êrîşa terorî ya ku li Barcelonaya bajarê Îspanyayê qewimî de peyam weşand.
Yildirim xemgîniya xwe ji ber êrîşa menfûr a li Barcelonayê anî ziman û wiha axivî: "Em van êrîşên namerd ên ku mirovahiyê û nirxên me yên gerdûnî hedef digirin bi tundî şermezar dikin. Em ji dil êşa gelê Îspanyaya dost hîs dikin, sersaxî didin eqrebayên qurbaniyên êrîşê û ji bo birîndaran şifaya xêrê dixwazin. Emê di têkoşîna dijî terorê de di hevkarî û piştevaniya bi Îspanyaya dost û hevpeymanê me re berdewam bin."