12 Îlon 2019•Rojanekirin: 13 Îlon 2019
Li rojhilatê Feratê digel pêngavên ji bo avakirina "herêma ewle" alayên yên qaşo yên YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku herêm dagir kiriye li sînor hebûna xwe didomîne.
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku şerê navxweyî ya berdewam a li Sûriyeyê wekî firsendekî dît û axên Sûriyeyê yên li sînorê Tirkiyeyê dagirkerî da destpêkirin xebatên ji bo avakirina "herêma ewle" ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê da li ser vê yekê tên kirin didomin.
Digel van xebatên di navbera Tirkiye û Amerîkayê da balê dikşîne ku terorîst li herêmên dagirkirî paçikên sembola rêxistina terorê ranekirine.
Cî û warên wekî Resûleyn, Til Abyad, Eynulereb û Qamişloyê yên li herêma 400 kîlomêtroyî ya ku ji rojhilatê Çemê Feratê ji sînorê Rihayê destpê dike û heta Nisêbîna navçeya Mêrdînê dikêşe da ne bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ne.
Dijî êrîşên rêxistina terorê ya dabeşker a ku li sînor heye xeta sînor a Tirkiyeyê bi dîwarên moduler tê veqetandin. Digel kuleyên çavdêriyê ronîkirina bi pergala solar dixebite, teqîba kamerayê û pergala bi sensor xeta sînor tê kontrolkirin û li sînor bi navberên diyar jî qereqolên eskerî hene. Herwiha li sînorê Sûriyeyê wesayîtên bizirx ên wekî bataryayên obusê, tank û ZPTyê bi destê Artêşa Tirkiyeyê va li sînor hatin bicîkirin û her roj û 24 saetan peywirê dikin.
- Rêxistina terorê çal û tunelan dikole
Paçikên sembola rêxistina terorê ya ku li navendên navçeyên Til Abyad, Eynulereb, Qamişlo û Resuleynê û xeta sînor daliqandin ji Tirkiyeyê jî tên dîtin.
Çalên ku rêxistina terorê li dora van cî û waran kolan û kozikên li ser avahiyan û giran çêkirin jî ji sînor tê dîtin.
Li Til Xelefa 4 kîlomêtro dûrî Resûleynê jî cihên kontrolê û paçikên sembola rêxistina terorê tên dîtin.
Tê dîtin ku endamên rêxistina terorê ji bo ku nehêlin ÎHA dîmenan bigirin car cara agir bi hin herêman dixin û hewl didin ku dûman derkeve.
Li Qamişloyê tê dîtin ku YPG/PKKya rêxistina terorê bi makîneyên kar tunelan dikole û kozikan çêdike.
Çavkaniyên herêmî yên li Sûriyeyê jî diyar dikin ku rêxistina terorê li herêmê çalan dikole û tehkîmatê dike û gelê sivîl ê li herêmê dijî jî bi zora çekan gelê sivîl li meydanê kom dike û zorê dide wan ku dijî Tirkiyeyê protestoyê bikin.