DIYARBAKIR
Zanîngeha Dîcleyê(ZD), li ser 1000 kesên alîgirin BDP û PKê der barê pêvajoyê de anket çêkir. Di anketê de derkete holê ku mirovên navsera yên ku bûne şahidê pevçûnan û bedel dane, ji pêvajoya çareseriyê bêhtir bawer dikin.
Anketa ku ji aliyê Navenda Lêgerînên Civakî ya ZDê ve hat çêkirin, der barê fikarên li ser pêvajoya çareseriyê de li navçeyên Surê û Baglarê hat çêkirin. Pirsên anketê ji aliyê xwendekarên zanîngehê yên kurdîzan ve hatin pirsîn.
Ji Navenda Lêgerînên Civakî Serokê Koma Navenda Lêgerînên Civaknasiyê Prof. Dr. Sabrî Eyîgun, diyar kir ku ev 6 meh in di rojeva Tirkiyê de mijara herî girîng pêvajoya çareseriyê ye lêbelê li ser vê mijarê fikra gel hê jî zelal nebûye.
Prof. Dr. Eyîgun, der barê anketê de diyar kir ku ji 1000 kesî 35 heb pirs hatina pirsîn û got ku amanca wan ev bû tespît bikin bê ka bergînda fikarên rojava, li başûrojhilata çawa ye.
Eyîgun, da zanîn ku ji bo pêvajoya çareseriyê, baweriya yên ku temenê wan di navbera 25-30 de ye ji sedî 56 e lê baweriya yên ku temenê wan 56an zêdetir e ji sedî 86 e.
Li ser pirsa "Gelo çi were kirin dê pêvajo biserkeve" ji sedî 45an got 'firehkirina mafên demokratîk'. Li ser pirsa "Gelo di encama pêvajoyê de wê çi rewşa bifikar derkeve holê", ji sedî 47an got ku tu fikara wan ji vê yekê tune.
Ji bo pirsa ku digot "Gelo heke pêvajo biserkeve ev yek dê bikêrî çi bê", ji sedî 26an got ku dê kurd bi nasnameya xwe ya çandî bêhtir karibin xwe îfade bikin. Ji pirsa ku digot "Gelo pişt re dê daxwaziyên BDPê yên ku dewletê bixin zorê dê çêbibin" re jî ji sedî 53an got 'naxêr'.
Li ser pirsa "Gelo AK Partî dê çi qasî karibe piştevaniya pêvajoyê bike" hinan got êre hinan jî got dê hinekî karibe lê bi tevahî ji sedî 87 got erê. Heman pirs ji bo BDPê jî hate pirsîn û ji sedî 69an got erê.