Hîranûr Çelîka ku winda bûyî, li ser banê avahiyeke 5 qat a ku 500 mêtro nêzîkî mala eqrebayên wê ye, hat dîtin. Hîranûr Çelîka ku ji hal de ketibû û ji bo tenduristiya wê ew rakirin Nexweşxaneya Zarokan a Îpekyoluyê.
- Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin
Hîranûr Çelîk duh bi dayika xwe re çûbû mala eqrebayên xwe yên ku li taxa Kalecîkê dijîn. Keçika biçûk di saet 14.00an de winda bû. Welatiyên li taxê dijîn, tîmên ewlehiyê û tîmên AFADê bi tevahî qasî 500 kesî li herêmê lêgerîn kiribûn da ku bê dîtin.
Ji hêla din zarokekî 9 salî yê bi navê Kadîr Yildirimdînç duh li Elazigê winda bûbû. Tîmên ewlekariyê geriyan û ew li ser Kolana Gaziyê dîtin. Piştî ku pirs ji wî hat kirin ku ka çima winda bûye, zarokî got ku ji ber ku wî sparteka xwe çênekiriye nexwestiye here dibistanê. Tîman Yildirimdînç dîtin û zikê wî yê birçî têr kirin û ew teslîmî malbata wî kirin.