Li gor agahiyan tîmên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê yên girêdayî Ewlekariya Bîngolê li ser îxbareke ku dê bi tankêreke ku ji Diyarbekirê diçe Îzmirê hişbirê bibin lêgerîn dane destpêkirin.
Piştî şopandina teknîkî û fizîkî ya tankerê plaqaya wê hat tespîtkirin. Tanker li Genca navçeya Bîngolê hat sekinandin. Kuçikê bi navê Aslan jî ji bo lêgerînê alîkariya polêsan kir. Di lêgerînê de di nav 367 pakêtan de 8 kîlo û 970 gram esrara toz bi tevahî tonek û 579 kîlo û 780 gram esrar hat bidestxistin. Piştî lêgerînê 3 kes hatin binçavkirin.