Abdullah Tel
04 Mijdar 2020•Rojanekirin: 06 Mijdar 2020
Li Îdila navçeya Şirnexê stadyûm û eywana sporê yên hatin çêkirin gelek bi kêrî zarok û ciwanên ji sporê hez dikin hat.
Li navçeya Îdilê piştî operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê ku aramî pêk hat zarok û ciwanan jî berê xwe dan sporê û pê ra eleqedar bûn.
Zarok û ciwanên li navçeyê heta demek berê li navçeyê dema bi gogê dileyîstin li ser xweliyê di nav toz û xubarê da werziş dikirin û niha ew li stadyûm û eywana sergirtî ya sporê antrenmanên xwe dikin.
Li navçeya ku piştî operasyonan hizûr û aramî lê çêbû ciwanên berê xwe dan sporê jî di vê qadê da pêş ketin û niha di pêşbaziyan da serfiraziyan bi dest dixin.
Wekîlê Midûrê Spor û Ciwaniyê ya Navçeya Îdilê Mujdat Bozkurt daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew li tesîsên sporê yên li navçeyê ne di qada atletîzm, hentbol, voleybol, fitbol, basketbol, boks, tenis û badmîntonê da ciwanan perwerde dikin.
Bozkurt got ku li navçeyê eleqeyeke mezin nîşanî perwerdehiya sporê tê dayîn û qasî 200 kes beşdarî antrenmanan dibin.
Antrenora Voleybolê Peyrûze Şakarê jî got ku ew di heftê da 5 rojan antrenmanan dikin û zarok danê nîvrojê piştî dersên xwe tên antrenmanan.
Şakarê bal kişand ser serfiraziya zarok û ciwanên Îdilê û bi bîr xist ku di pêşbaziyên li dibistan, navçe, bajêr û herêmî hatin kirin da heta niha gelek serkeftin bidestxistin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Şakarê destnîşan kir ku ev tesîsên sporê yên li navçeyê hatine çêkirin ji bo zarok û ciwanan gelek baş in.
Elîf Sakçaka bo antrenmana voleybolê li eywana sporê bû jî got: "Ez ji dibistanê hatim û em bo pêşbaziyan xwe amade dikin. Em li bajêr bûn yekemîn û beşdarî turnuvayên herêmî jî bûn."
- "Li cihên wiha antrenman bi kêrî me tên"
Burak Toktanê di stadyuma li navçeyê da sporê dikir jî got ku ew ewilî li ser xweliyê dileyîstin û zêde bi kêrî wan nedihat lê niha antrenmanên xwe awayek profesyonel di stadyumê da dikin û ev jî gelek bi kêrî wan tê û di pêşbaziyan da wan derdixe pêş û wiha domand: "Em di nav heriyê da diketin û me zirar didît. Gelek hevalên me zirar dîtin lê niha êdî em di vê stadyûmê da sporê dikin."
Mervan Haykir jî destnîşan kir ku bi saya xebatên li stadê va wî di qada atletîzmê da xwe gelek pêşva bir û di pêşbaziyan da jî bi ser ket.