Di êncama êrîşa li ber deriyê Girtîgeha Merdînê de Ayşe Suer û kurê wê Suleyman Suer, Emîne Îpek û zarokên wê Mîrza û Nevîn Îpek hatin kuştin. Hat dîyarkirin ku cinazêyên kesên di êrîşê de mirin ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê şandin Diyarbekirê.
Cinazeyên du dayîk û zarokên wan di bin tewdîrên ewlehiyê yên berfireh de anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Diyarbekirê. Li gorî agahiyan cinaze piştî otopsiyê, li Goristana Yenîkoyê dê bên veşartin.
Hat zanîn ku Ayşe Suer û Emîne Îpek digel zarokên xwe çûbûn serdana mêrên xwe. Mêrên wan Celîl Suer û Bozo Îpek ev salek e di girtîgehê de ne, bi îdîaya kuştina 2 kesan tên darizandin. Ji aliyê din hat dîtin ku li ber deriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Diyarbekirê ji bo jinikekê parêzvanekî taybet hatibû girtin.
Di encama êrîşa li ber deriyê Girtîgeha Mêrdînê de 5 kes miribûn. Hasîme Amaka ku li cihê bûyêrê bû û tu eleqeya wê bi bûyerê tunebû jî birîndar bibû.