12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
ANKARA (AA) - Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Ez êrîşa ku li qada Sultanehmeda li Stenbolê çêbû û tê gotin ku êrîşkarê xwekujiyê yê ji Sûriyeyê ev bûyer kiriye, şermezar dikim."
Serokomar Erdogan li Enqereyê bi wesîleya Konferansa Balyozan, li Kuliyeya Serokomariyê di xwarina ku ji bo balyozên li derveyî welêt û navendê dixebitin hat dayîn da axivî.
Erdogan di xebedana xwe da bal kişand ser têkoşîna li dijî terorê û wiha got: "Welatên Ewropayê di serî da em jî wek dewlet li hemberî rêxistinên terorê û saziyên piştgirên wan mecbûr in ku xebateke pir xurt bikin. Divê em meydanê ji terorîstan ra, ji cudaxwazan ra û ji xerakiran ra nehêlin."
Serokomar Erdogan der barê bûyerên terorê da wiha axivî: "Ji rûyê çalakiyên rêxistina terorê, maf û azadiyên bi milyonan welatiyên me yên ku li herêmê dijîn, tên binpêkirin, lê yê ku binpê dike, ne dewlet e, rêxitina terorê bi xwe ye."
Erdogan destnîşan kir ku tu pirsgirêkeke Tirkiyeyê bi welatiyên xwe yên kurd ra tuneye û wiha xeberda: "Li Tirkiyeyê meseleyeke mîna 'Pirsa Kurda' tuneye. Mîna her aliyekî welatiyên me yên kurd jî dibe ku problemên wan ên bi xwe û yên ciyê ku lê dijîn hebin. Em dikarin bi wan ra rûnin, xeberdin û çareser bikin."
Serokomar Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji ber terorê bedel dide û wiha got: "Gelo li dinyayê dewleteke ku bi qasî Tirkiyeyê li dijî DAÎŞa rêxistina terorê têkoşînê dide û bedelê dide heye? Bi heman awayî em li dijî rêxistina terorê bi biryarî û fedekarî têkoşînê didin."
Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Ewên ku binê danezana qaşo akademîsyenan îmze kirine, ewên ku navên wan ji me ye, lê zihnên wan biyanî ne, ji xwe ez behsa tîpên wan nakim. Ez nuha jî, bi taybet di vê mijarê da, dixwazim ku hûn hewl bidin. Pêşniyareke min ji wan akademîsyenên ku bi vî şiklî difikirin ra heye, ez wan dawetî Tirkiyeyê dikim. Bila bifermin werin Tirkiyeyê, wisa hema bi îmze avêtinê nabe. Werin Tirkiyeyê. Bi çavên xwe bibînin ka di serî heya binî, li Rojhilatê Başûr û li Rojhilatê Anadoluyê çi dibe. Bila bên, em amade ne, bi delîlan ji wan ra bêjin."
Erdogan destnîşan kir ku Rûsya li dijî DAÎŞê têkoşînê nade û wiha got: "Rûsya li dijî DAÎŞê şer nake. Berevajî vê Rûsya dixwaze li Lazqiye û dorberê dewleteke Sûriyeyê ya bûtîk ava bike û dixwaze ji xwe ra cî çêke. Wek mayîn li wir êrîşî birayên me yên tirkmen dike û hê jî êrîş dike."
Serokomar Erdogan der barê helwesta Îranê da wiha got: "Îrana ku bi helwesta xwe va cudabûnên ku bingeha wan mezheb in dike sedema şer û pevçûnan, hewl dide ku agir bi piltana pêvajoyeke nû û taloke bixe. Îran bi zanetî bi Erebistana Siûdî û welatên Tengavê ra pêwendiyên xwe dixe nava rageşiyê, an jî perçeyekî vê stratejiyê ye."
Erdogan der heqê Rêxistna Dewleta Paralel da wiha xeberda: "Lijneya Ewlehiya Millî tescîl kir ku ev rêxistineke terorê ye û li dijî welatê me dixebite. Fealiyetên vê şebekeya şer tê şopandin û li hemberî van tu musemehaya me tuneye. Ez bawer dikim ku hûn balyozên me yên bi qedr û qîmet, hûn li welatê lê wezîfeyê dikin, van ji nêz va dişopînin û midaxaleyan dikin."
Serokomar Erdogan der barê rêxistina paralel da axaftina xwe wiha dewam kir: "Dibistanên ku hatine avakirin û têkiliyên ticarî yên vê rêxistinê nînin. Ev hemû bi derfet û îmkanên vê dewlet û vî miletî hatine çêkirin. Bi rêya zikat, sedeqe û alîkariyê hatine çêkirin. Ji ber vê jî divê em ji bo ku ev bigihêjin xwediyê xwe yê rastîn û gelê me hewl bidin. Ez dixwazim hikûmet û Wezareta Perwerdeya Neteweyî di vê mijarê da hesas be."