28 Îlon 2015•Rojanekirin: 29 Îlon 2015
ŞANLIURFA
Êrîşê konvoya ku wesayita meqam a Nîhat Çîftçiyê Şaredarê Bajarê Mezin a Şanliurfayê jî di nav de bû hat kirin. Çîftî, ji êrîşê sax xilas bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, Çîftçî digel kesên pê re piştî hevdîtinên li navçeya Sêweregê, ji bo vegera bajêr bi rê ketin.
Li ser rêya navbera Sêwereg-Hîlvanê, êrîşê konvoya ku wesayita meqam a Çîftçî jî di nav de bû kirin. Çîftçî û kesên pê re ji bûyerê sax xilas bûn.
Waliyê Şanliurfayê Îzzettîn Kûçûk ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku, konvoya Çîftçî tê de bû rastî êrîşa biçek hat û wiha axivî: "Di bûyerê de kes nemir û birîndar nebû; lê di wesayitan de xisar çêbû. Em derbarê bûyerê de lêkolînên berfireh dikin."