ŞANLIURFA
Êzîdiyên ku li Wêranşehra navçeya Rihayê dijîn, ji ber êrîşên komên çekdar ên ku di serkêşiya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) de êrîşî Sîncara navçeya Mûsilê dikin, ji bo xizmên xwe yên ku li Mûsilê dijîn di fikarê de ne.
Ji ber ku milîtanên DÎŞIyê hin herêmên li Sîncarê bi dest xistin, êzidiyên li Wêranşehrê ji bo nas û xizmên xwe ditirsin.
Halîs Avanaşê ku li Weranşehrê rûdine daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku xizmên me yên li Iraqê di bin talûkeya DÎŞIyê de ne.
Avanaş destnîşan kir ku em geşedanên li herêmê ji xizmên xwe yên ku li herêmê dijîn hîn dikin û wiha got: "Pirsgirêkeke mezin li herêmê heye. Di peydakirina nan û avê de pirsgirêkan dijîn û xwe sipartine çiyê. DÎŞI kî derkeve ber wan dikujin."
Avanaş diyar kir ku DÎŞI êrîşî ciyên pîroz ên êzidiyan dike û got ku pêşmerge alîkariya kesên li herêmê nake.
Semîr Velîdkadîr jî destnîşan kir ku demek berê ji ber êrîşên li herêmê xwe sipartiye bal xizmên xwe yên li Tirkiyeyê.
Velîdkadîr di berdewamiyê de wiha got: "Ji êzîdiyên ku li Sîncarê dijîn re dibêjin 'Ya bibin misilman, yan jî bimirin.' Eger Barzanî piştgirî bide me, em ê wan ji herêmê derxin."
Zînî Sure jî destnîşan kir ku bi fikar geşedanên li Iraqê dişopînin.