ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî li ser têlefonê axivîn.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan hevdîtin duh êvarê hat kirin.
Di hevdîtinê de bi taybetî li ser mijarên dawîn ên ku li Iraqê diqewimin û mijara Şengalê sekinîn.
Alîkariya mirovahiyê ya ku Tirkiye ji herêmê re dike û dişîne jî di nav mijaran de cih girt.