18 Gulan 2019•Rojanekirin: 19 Gulan 2019
O.T.yê di çarçoveya lêpirsîna li ser PKK/KCKya rêxistina terorê li Edeneyê dimeşandin da hatibû girtin ji hikmên poşmanbûna çalak îstifade kir û di îtirafên xwe da li ser rewşa rêxistinê agahî da.
Ji bo O.T. ji ber sûcê "xirabkirina yekîtiya welêt û dewletê" cezayê giran ê hetahetayî ji ber sûcên "heqaret, zirardayîn, tundî, dîl girtin, birîndarkirinê" jî 27 sal ceza hat xwestin.O.T. di îfadeya xwe ya ku meha borî dabû da agahiyên PKKya rêxistina terorê parve kir.
O.T. destnîşan kir ku ji vir 3 sal berê bi rêyen nelegal derbasî Sûriyeyê bû û tevlî PKKyê bû, di vê mijarê da M.E.V.yê li Edeneyê wezîfeya "milîs-kurye"tiyê dike alîkarî da wî.
O.T. destnîşan kir ku ji sala 2017an vir da tevlîbûna PKKyê gelekî kêm bû û wiha axivî: "Di nav PKKyê da gelek endamên rêxistinê yên dixwazin birevin û bigihêjin malbatên xwe hene. Ji ber ku ÎHA û SÎHA jiyanê dixin tengasiyê ev yeka derket holê. ÎHA û SÎHAyan psîkolojiya PKKyê xirab kir. Êdî naxwazin tevlî rêxistinê bibin. Li Tirkiyeyê hemû rêyên tevlîbûnê hatin girtin. Li Qendîl û herêmên din ji ber ÎHA û SÎHAyan her tim deriyên şikeft û sitargehan tên guherandin."
O.T. got ku di nav rêxistinê da wezîfeya "bêtêlê" dabûn wî û wiha pê da çû:
Min îstasyonên hemû hêzên PKKyê yên li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê teqîb kirin. Hemû axaftinên bêtêlan şîfrekirî bûn. Li kampa ez lê bûm civînên taybet dihatin kirin. Endamên rêxistinê yên payebilind bi parêzvanên xwe ra dihatin beşdarî civînan dibûn. Di bêtêlê da qet qala mijarên civînê nedikirin. Hemû peyamên dihatin şîfrekirî bûn. Di axaftinên bêtêlê da mijarên rêxistinî û agahî nedihatin eşkerekirin. Endamên payebilind bi komputerên bi navê RMSyê yê sîstemên peyamê bi kar dianîn û peymên şîfrekirî dişandin. Ev cihaza nedişibiya bêtêlê."
- "Li dijî ÎHA û SÎHAyan perwerde"
O.T. destnîşan kir ku rêxistinê li dijî êrîşên ÎHA û SÎHAyan perwerdeya teyareyên maket û droneyan dida, ev perwerde jî li kampa Garayê bi vîdeoyên êrîşan dihatin dayîn.
O.T. diyar kir ku di rewşên bi pevçûn da endamên HPGyî jî hildidan perwerdeyê û wiha axivî:
"Di nav PKKyê da li dijî ÎHA û SÎHAyan perwerde didan 'Yekeya Hêzên Taybet'. Rêxistinê çare ji ÎHA û SÎHAyan ra nedît û li ser vê berê xwe da êrîşên li ser qereqolan. Ji tirsa ÎHA û SÎHAyan bi roj dernediketin derva. Tiştekî acil hebûya jî di binê daran da dimeşiyan. Rêxistinê ji bo ÎHA û SÎHAyan şemsiye li endamên xwe belav kir. Bi hesinê şemsiyeyê nedigirtin. Ji bo keşfên bi şev jî kincên termal hebûn."
- "Xwekuştin tên veşartin"
O.T. destnîşan kir ku di nav rêxistinê da zext û tehdîd li ser endaman heye ji ber vê bûyerên xwekuştin gelekî heye û rêxistin xebera malbatên wan pê naxe.