VAN
Jinên çekî yên ku du sal berê ji bo gerê çûbûn Pakistanê ji hêla milîtanên El Qaîdeyê ve hatibûn girtin, bi destê Weqfa Alîkariya Mirovahî ya Maf û Azadiyên Mirovahiyê (ÎHH) hatin xilaskirin.
Welatiyên Komara Çek Antonîe Chrastecka 27 salî û Hana Humpalovaya di sala 2013an de ji bo gerê derketin tûra dinyayê. Her du heval ji Îranê bi otobusê derbasî Pakistanê bûn lê li ber sînor milîtanên El Qaîdeyê kontrol dikir û di vê demê de her jinik ji hêla wan ve hatin dîlgirtin.
Malbatên herdu jinika ji wê rojê bi şûn ve tu agahî ji zarokên xwe hilnedan û ji bo alîkariyê çûn ber gelek deriyan. Tevlî hemû hewl û xebatên dayika Hanayê, Jana Humpalova û dayika Antonîeyê Eva Chrasteckawan jî di encamê de hîn bûn ku keçikên wan sax in û li Pakistanê dîl in.
Li ser vê malbatan du meh berê xwe gihandin ÎHHyê û xwestin ku keçikên wan bên xilaskirin.
Kordînatoriya Dîplomasiya Mirovahî û Têkiliyên Navneteweyî ya ÎHHyê bi Serokatiya Îzzet Şahîn ve piştî xebata ku nêzî mehekê dewam kir, hevdîtin kirin û keçik ji destê El Qaîdeyê derxistin û anîn Tirkiyeyê.
- ÎHHyê hemû derfetên xwe bi kar anî
Kordînatorê Dîplomasiya Mirovahî û Têkiliyên Navneteweyî ya ÎHHyê Îzzet Şahîn li şaxa ÎHHyê ya Wanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Antonîe û Hana di 13 adarê de azad bûn.
Şahîn destnîşan kir ku malbata her du keçikan ji wan alîkarî xwestiye û wiha pê de çû: "Me hemû derfetên weqfê seferber kir. Di nav du mehan de bi saya hevdîtin, navçîtiyê me îro ew sax silamet xilas kirin. Ji bo xilaskirina wan berê jî xebat hatibûn kirin. Lê xilaskirina wan bû nesîbê dîplomasiya ÎHHyê. Malbatên keçikan ji bo xilaskirina zarokên xwe bênavber xebitîn û ji bo vê jî serî li ÎHHyê jî dan. Wek weqf di mijarên wiha de tiştê ku ji destê me tê em dikin."
- "Bi hêviya azadiya xwe em heta îro man"
Hana Humpalova ya ku du sal dîl ma piştî azad bû diyar kir ku di dema rêwitiya xwe de komeke çekdar otobêsa wan da sekinandin û pasaport û nasnameyên rêwiyan kontrol kirin û wiha pê de çû: "Koma çekdar em ji otobusê peya kirin û em girtin. Dîlîtiya me ya ku du sal dewam kir jî bi vî awayî dest pê kir. Me nizanibû kê em dîl girtine. Lewra wan qet behsa xwe nekirin, di serê de du sal derbas bû û em hê jî nizanin ku yên ku em dîl girtibûn kî ne. Destpêka dîlitiyê ji bo me pir zehmet bû lewra me her tim hin zilamên ku di destên wan de çek hebûn didîtin. Li derdora me gule dihatin berdan, teqîn çêdibûn. Piştî demekê em hînî van hemû tiştan bûn. Lê heta wê demê çi bi me re bû ji me stendin. Me zarokên xwe dianîn ber çavên xwe û em dianîn bîra xwe. Bi hêviya ku em ê bigihêjin azadiya xwe em heta îro man."
Antonîe Chrasteckaya ku tevî Humpalovayê du sal dîl ma jî destnîşan kir ku di dema dîlîtiya xwe de piştgirî dan hev û wiha pê de çû: "Ez gelekî kêfxweş im û pir westiyayî me. Lê ji bo min roja herî xweş ev e. Ji malbata xwe dûrmayîn ji bo min pir zehmet bû. Ez dixwazim di demeke kurt de bigihêjim malbata xwe."
Humpalova ve Chrasteckaya ku demekê li şaxa ÎHHyê ya Wanê hatin ezimandin bi hatina malbata wan teslîmî rayedarên Komara Çekê hatin kirin û çûn welatê xwe.