MUGLA
Li dora 12 Giravên Yewnenistanê erdheja ku lerza wê 5 bû qewimî.
Li gor agahiyên ku ji Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD) hatin hildan di behra Egeyê de li dora 12 Giravên Yewnenistanê di saet 01.34an de erdhejeke ku mezinahiya wê 5 bû çêbû.
Erdheja ku qewimî ji Datçaya navçeya Muglayê û gundê Yazikoyê 105, ji gundê Cumaliyê 106, ji gundê Yakakoyê 108 û ji gundê Sindiyê jî 110 kîlomêtre dûr pêk hat. Erdhej 12 kîlometre û 98 metre di bin erdê de çêbû.