Ahmet Aydın
27 Gulan 2017•Rojanekirin: 29 Gulan 2017
ANKARA
Muhammet Furkan Sokmenê ku hat tesbîtkirin "Îmamê Myanmarê" yê Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Pêkhateya Dewleta Paralel (FETO/PDY)ê ye, piştî dersînorkirinê ji wî welatî, anîn Tirkiyeyê.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên Ewlekariyê sitendin, Serokayetiya Daîreya Interpol-Europol a Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê ji rayedarên Myanmarê re radgihandin ku paseporta Sokmenî betal kirine.
Piştî ku 24ê gulanê ji Myanmarê hat dersînorkirin, bi balafirê anîn Bangkokê û li wêderê teslîmî rayedarên Interpol-Europolê yên Ewlekariya Tirkiyeyê tê kirin.
Balafir piştî ku xwe li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê danî Sokmen birin Şaxa Dije Terorê yya Midûriyeta Ewlekariyê.
Hat ragihandin ku piştî karûbarê li Ewlekariyê wê Sokmen sewqî dadgehê bikin.