28 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2015
ÎSTANBUL
Endamê Lijneya Rêvebiriya Hereketa Azadiyê Delal destnîşan kir ku gotina "Heger em bendê derbas nekin wê şer dest pê bike" ku beriya hilbijartina 7ê hezîranê dihat gotin veguherî gotina "Heger di 1ê sermawezê da AK Partî bibe îqtidar wê şer zêde bibe" û wiha dewam kir: "Ev mehkûmkirin û terorîzekirina îradeya gel e."
Endamê Lijneya Rêvebiriya Hereketa Azadiyê Yavuz Delal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku ji bo Pêvajoya Çareseriyê di 7ê hezîranê da bi HDPyê ra hevkarî kirin û got ku ev di heman demê da ji bo çareserkirina meseleya kurdan piştgiriya ji bo AK Partiyê bû.
Delal destnîşan kir tê gotin heger HDP bendê derbas neke wê pirsgirêkên mezin derkevin û wiha dewam kir: "Îro ev wekî gefxwarinê ye. Gotina 'Heger em bendê derbas nekin wê şer dest pê bike' ku beriya hilbijartina 7ê hezîranê dihat gotin veguherî gotina 'Heger di 1ê sermawezê da AK Partî bibe îqtidar wê şer zêde bibe'. Ev mehkûmkirin û terorîzekirina îradeya gel e. Bi awayekî din nahêlin gel li gor xwe hereket bike."
Delal diyar kir ku divê li dijî rexneyên ku li HDP û PKKyê tên kirin dernekevin û wiha got: "Piştî 7ê hezîranê rewşeke li dijî îtifaqa ji bo hilbijartinê derket. Vê rewşê îradeyeke wisa derxist ku divê em biaxivin. Bêdengî sûc e."
Delal diyar kir ku HDPyê slogana xwe ya hilbijartinê li ser "Em ê nehêlin tu bibî Serok" ava kir û wiha xeberda: "Kurdan firsend nedît ku vê binirxîne. Di nav kurdan da nîqaşkirina vê wekî îxanetê hat qebûlkirin. Kurd vê gavê bi îradeya xwe hereket nakin. Îradeya kurdan ketiye destê PKK û HDPyê. Di rastiyê da bi pergala serokatiyê dibû ku daxwazên dîrokî yên kurdan bi destûra bingehîn bihatana parastin."
Delal diyar kir ku PKKyê bi şerê li bajêran û bi mirina kurdan hegemonyaya xwe zexim kir û wiha xeberda: "Operasyonên li Cizîr, Silopî, Sur, Lice, Yuksekova, Şemdinlî û Beytuşebabê trajedî ne û bedel e. Yanê bi mirina kurdan hegemonyay xwe zexim dikin. Mecbûr hiştine ku kurd bên kuştin. Divê mirin hebin ku siyaset neyên nîqaşkirin."
Delal diyar kir ku divê şerê çekdariyê yê ku tê meşandin li ser îradeya kurdan nebe û wiha got: "Heyama çekan di 2013yan da qediya. Li gor îradeya dîrokî ya kurdan dema çekan derbas bûye. Te (PKK) bi xwe ev weşand. Me jî qebûl kir. Li gor îradeya kê cardin şer didî destpêkirin. Ev êdî li ser îradeya kurdan nîne. Divê kurd bizanibin ku ji bo xwe namirin. Dibe ku ji bo pevçûnên dawîn hin hêzan soz dabin, lê ya herî zêde dirêjkirina emrê PKKyê ye. Ji bo bidestxistin mafê kurdan nîne. Serkeftiyên li ser navê PKKyê ne."
Delal destnîşan kir ku PKKyê bêyî destûra kurdan serhildanê da destpêkirin û wiha got: "Daket bajêran û trajedî çêbûn. Kurd piştgiriyê nadin şerê ku PKKyê da destpêkirin. Li Cizîr û Silopiyê gel dibêje em şer naxwazin. Lê digel vê şer dewam dike. Wisa be ku îradeya civaka kurd binpê dikî."
Delal diyar kir ku divê HDP bi saya alîkariya siyasî ji PKKyê ra bibêje şer bide sekinandin û wiha got: "Alîkariya siyasî ya di 7ê hezîranê da bi destê PKKyê tê terorîzekirin. Divê HDPyê li ser navê kurdan eşkereyî ev bigota."
Delal destnîşan kir ku divê hikûmet rewşa ku bi Pêvajoya Şareseriyê ra derket dewam bike û bizanibe ku mafên kurdan û PKK rasterast naşibin hev û wiha got: "PKK tu wextê bi îradeya dîrokî ya kurdan, çand, edet û medeniyeta kurdan ra neketiye têkiliyê. Tu rêxistineke çekdar bi vî wayî nikare dewam bike. Têkiliya wê tenê li ser însanên ku kuştiye û daye kuştin heye. Di nav demê PKKyê ji van mirina feyde hildaye. Lewra heger îradeya kurdan a dîrokî rewşeke azad çêbe wê PKKyê vereşe û dewsê ji PKKyê ra nehêle."